NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Tirk nexweşxaneyek li Eyn El Ereb dike hedef

Artêşa Tirkiyê nexweşxaneya gundê “Kermûg” a li rojhilatê bajarê Kobanî yê Sûriyê kire armanc.

Li gorî nûçeya kanala Al-Alemê, artêşa Tirkiyê duhî di berdewamiya êrişên xwe yên ser bakurê Sûriyê de, rasterast nexweşxaneya gundê “Kermûg” li rojhilatê bajarê Kobanî yê Sûriyê kire armanc.

Li gor jêderên nûçeyan, bombebarana li ser gundê Kermûg û gundê “Şeftak”ê li rojavayê Kobanî ya ser bi bajarê Helebê berdewam e.Li gorî vê nûçeyê, artêşa Tirkiyê gundê Tel Ziwan ê dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo yê girêdayî bajarê Hesekê jî bi hejmareke zêde ya topan hedef girt.

Li gorî vê raporê, çend demjimêran berî niha, artêşa Tirkiyê bi firokeyên bêfirokevan êrişeke nû li baregeha hevbeş a artêşa Amerîkayê û grûpên Kurdî li bajarê Hesekê yê Sûriyê kir armanc.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îdia kir ku ji destpêka îsal ve heta niha artêşa Tirkiyê 3 hezar û 858 terorîst li hundir û bakurê Sûriyê û Iraqê kuştine.

Ji aliyê din ve hikûmeta Sûriyê bi hêceta ku serwerî û yekîtiya axa Sûriyê binpê dike, êrîşên Tirkiyê protesto kir.

Başa dön tuşu