NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Tirkiyê bi bulldozeran şûnwarên Efrînê wêran dike

Artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst û çekdar ên ser bi wê ve, bi amûreyên kolandinê (bulldozer û excavator) cihên dîrokî û şûnwarî yên Efrînê têk didin û dikolin û li perçeyên şûnwar û entîkeyan digerin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin di 18ê Adara 2018an de, ji bilî kuştin û revandina welatiyên Kurd, dizî û talankirina mal û milkên xelkê, bicihkirina Ereban di cih û malên Kurdan û bicihkirina proseya guhartina demografî li Efrînê, bi awayekî sîstematîk dest bi têkadana cihên dîrokî yên Kurdan û nehîştina nasnameya Kurdbûna Efrînê dikin.

Ji bilî ku di dema êrîşa li ser Efrînê de, gelek cihên dîrokî û şûnwarên Efrînê rastî bombebarankirina firokeyên şêr ên Tirkiyê hatin, wek girê Eyn Dara ya dîrokê yê ku dîroka wê vedigere 2 hezar salan berî zayînê û keleha Teqilkê li çiyayê Lêlûn. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi dehan cihên dîrokî, mezargehên pîroz û gorên kevnar şikandine û kolandine, bi armanca lêgerîna li entîkeyan û têkdana nasnameya Kurdî.  

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê girtevîdyoyek belav kir û ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li navçeya Cindirêsê cihên şûnwarî bi amûreyên kolandinê yên mezin (buldozer) kolane û li entîke û perçeyên şûnwarî digerin.

Başa dön tuşu