AsyaIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Artêşa Tirkiyê şeva çûyî bajarokê Şêx Nasir li bakûra Helebê bombebaran kirin û çendîn kesên sivîl kuştin û birîndar kirin

Balafirên artêşa Tirkiyê şeva çûyî bajarokê Şêx Nasir li bakûra Helebê bombebaran kirin û çendîn kesên sivîl kuştin û birîndar kirin.

Ajansa nûçeyan a Sûriyê (SANA) ragihand ku balafirên artêşa Tirkiyê şeva çûyî bi balafireke bêpîlot a Amerîkayê bajarê Şêx Nasir li bakûra rojhilata bajarê Babê ya Sûriyê bombebaran kirin li vî êrişê de herî kêm heftkesên sivîl hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Balafirên artêşa Tirkiyê herwiha bajarok û gundên Sûriyê yên wekî gundên Hesacek, El-Werdiye, Hesebe, Xûl Sirûc, Sed el-Şehba, Ehres û Um Hewş li bakûra Helebê bombebaran kirin û herî kêm 150 kesên sivîl kuştin. 10 sivîl jî di encama êrişa balafirên amerîkî ser gundê Salihiye li bakûra Reqayê jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu