NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê 4 gundên Til Temirê topbaran kirin

Hêzên Tirkiye û çeteyên vî welatî gundewarê bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê rojhilaatê Sûriyê topbaran kirin.

Topbarana hêzên Tirkiyê û komên çete yên ser bi wî welatî ve bo ser dever û navçeyên kurî yên Sûriyê berdewam e û îro Înê 4 gundên ser bi Til Temirê ve hatin topbarankirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya kurdên Sûriyê, îro 16ê Îlonê hêzên Tirkiyê gundên el-Tewîle, Ebboş, Derdare û Gozeliyê li rojavayê bajarokê Til Temir topbaran kirin.Di encama topbaranên bo ser wan gundan de zerarên maddî gihîştiye mal û milkên xelkê.

Roja 12ê Îlonê jî, hêzên Tirkiyê gundên Um el-Xêr û Gozeliyê li navçeya Til Temir topbaran kiribûn.

Başa dön tuşu