Topxaneyên artêşa Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê topbaran dike.
Hate ragihandin îşev topxaneyên Artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina sînorê bajarokê Batîfa yê girêdayî navçeya Zaxoyê kirine û hîn topbaran didome.
Li gundê Bankê yê ketiye ber topbaranê 20 mal hene ku dibe di encama topbarana Artêşa Tirkiyê de were valakirin û rûniştvanên gund bo parastina canê xwe ji gund derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)