ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Artêşa Yemen çend mûşek li pêgehên dagîrkerên Siûdî xistin

Televîziyona El-Mesîre ya Yemenê ragihand ku Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê pêgehên dagîrkerên siûdî li Necranê bi mûşekên Balestîk ên Zelzal-1 kirin hedef ku di encama vê êrişê de çend dagîrkerên siûdî hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Yekîneyên mûşekî yên Artêş û Komîteyên Gel (Hêzên Ensarullah) ên Yemenê  roja şemê jî bi mûşekek Zelzal-1 çeper û pêgehên kirêgirtiyên siûdî li Cîzanê ya başûrê Yemenê kirin hedef.

Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê li rojên berê jî sê mûşekên Zelzal-1 çeper û pêgehên kirêgirtiyên siûdî li li devera Ebwab El-Hedîd li parêzgeha Eisîr û bi mûşekek din a Cruse balafirgeha Ebhayê li başûrê Erebistan kirin hedef.

Başa dön tuşu