IraqNûçeRojhilatanavin

Sefera wezîrê karên hundir yê Iraqê bo Qeterê

Qasim El-Elerecî  wezîrê karên hundir yê Iraqê bona hevdîtina tev karbidestên qeterî şemêşev seredana Dohê kir.

Wezareta karên hundir yê Iraqê ragihand ku karbidestên ewlehiyê yê Qeterê li balafirgeha Dohê ji El-Erecî pêşwazî kirin.

Hatiye ragihandin ku li gotûbêja wezîrê karê hudir yê Iraqê û karbidestên qeterî li bara meselên hevpare di navbera du welatan, çawaniya berfirehkirina peywendiyên navbera Bexda û Dohê, xebata dijî terorîzmê û guhartina tecrubeyên curbicur di nav her du welatan dê bê axivtin.

Hatiye ragihandin ku li bara kirîza di navbera welatên kendava Farsê ku Erebistan, Mîrnişînên Erebî,Behrêyîn û Misrê peywendiyên xwe yên dîplomatîk tev Qeterê qut kirin, Iraq bêla bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu