ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Artêşa Yemenê çeperên Seûdî dan ber mûşekan

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê bi mûşekan Zilzal-1`ê êrişî çeperên kirêgirtîyên Seûdî li Necran li başûra Erebistanê kirin.

Di encama êrişa mûşekî ya duh a hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ser çeperên kirêgirtîyên Seûdî li devera Al Acaşir a Necranê de hatin têkbirinê û gellek kirêgirtî hatin kuştinê yan birîndar bûn.

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê herwiha çeperên zorbêjên Seûdî li parêzgeha Al Zaliê li başûra Erebistan dan ber mûşekên Zilzal-1`ê.

Başa dön tuşu