ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê hêza hewa-feza ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî dijmin hişyar kirin

Fermandarê hêza hewa-feza ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê hişyarî da ku di rewşa gefxwarina dijminan da, yê mûşekên Îranê ser serê wan da bibarin.

Li gorî rapora Sepah News`ê, serdar sertîp Emîrelî Hacîzade fermandarê hêza hewa-feza ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê îro li rex lidarxistina qonaxa sereke ya ya manovra Mudafêanê Herîmê Wêlayet`ê, gefxwarina hin rayedarên amerîkî li dijî Îranê wekî pûçaxavtinê zanî û got: Şîyana hêzên çekdar ên Îranê wisa ye ku gefa derveyî li dijî nizama islamî bikêr nayê.

Fermandarê hêza hewa-feza ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha got: Îran li warê çêkirina sîlehên xweparastinê û bihêzkriina şîyana berevanîyê qet bîstekê jî nasekine.

Serdar sertîp Hacîzade bikaranîna sîstem, mertal û alavên xwecih ji taybetmendîyên berbiçav ên tetbîqata Mudafêanê Herîmê Wêlayet`ê zanî û got: Hemî alavên pedafendî yên li vê meşqê tên bikaranînê, çi yên mûşekî, sîstemên radarî, navendên kontrola fermandarîyê û şerê dîcîtal, bi destê zanyar û pisporên îranî hatine çêkirinê.

Qonaxa sereke ya manovra pedafendê ya hêza hewa-feza ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî piştî lidarxistina serkevtî ya qonaxên destpêkê, îro li devera giştî ya Simnanê li rojhilata Têhranê destpê bû.

Hêzên çekdar ên Îranê li gorî planê manovrên curbicur cih tînin û peyama van meşqana aştî û dostî jibo welatên navçê û hişyarkirina dijminên Îrana islamî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu