NûçeRojhilatanavinSûriye

Firokeyên şêrr ên amerîkî bi bombeyên fosforî êrîşî ser Dêrazora Sûriyê kirin

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku ev êrîş roja Şemiyê pêk hatine.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku ji ber van êrîşan agirek mezin bi gundê Hecînê ketiye.

Hejmara goriyên vê êrîşa hovane hîn diyar nebûye. Du firokeyên şêrr ên F-15 yên artêşa Amerîkayê beşdarî vê êrîşê bûne.

Firropkeyên şêrr ên hevpeymaniya navneteweyî ya dijî DAIŞê bi fermandetiya Amerîkayê pêştir jî bi caran navçeyên cûrbicûr ên Sûriyê ji wan parêzgeha Dêrazorê bi bombeyên qedexe yên fosforî dabûn ber bombeyan .

Li van êrîşan bi dehan welatiyên sûrî htine kuştin an birîndar bûne.

Dewleta Sûriyê bi caran bi şandina nameyan bo sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlehiyê ya NY ji wan xwestiye ku dawî li cinayetên Amerîkayê li Sûriyê bînin.

Koma çavdêriyê ya “Air Wars” ku êrîşên hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dişopîne, vê dawiyê ragiahnd ku zêde ji pênc hezar welatiyên sivîl ji sala 2014an va heta niha li êrîşên hewayî yên hevpeymaniya Amerîkî li Iraqê û Sûriyê hatine kuştin./

Amerîkayê di salên dawî da bi mehneya têkoşîna dijî komên têrorîst welatiyên sivîl li Iraq û Sûriyê dane ber êrîşê.

Hevpeymaniya qaşo navbneteweyî ya dijî DAIŞê di serdema serokomarêtiya Barak Obamayê serokomarê berê yê Amerîkayê bi armanca îdiayî ya şerê dijî têrorîstên bicihbûyî li Iraq û sûriyê  hat damezirandin.

Ev di rewşekê da ye ku li ser esasa raporên fermî, Amerîka û hevpeymanên wî welatî yên rojavayî û erebî ji damezirîner û piştgirên sereke yên malî û çekdarî yên komên têrorîst ji wan DAIŞê ne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu