ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wilayetî seredana deverên azadkirî yên Xûteya Rojhilatê kir

Rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê çû deverên azadkirî yên Xûteya Rojhilatê li parêzgeha Şamê û bi hêzên mêhwera Berxwedanê li van deverana ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Ekber Wilayetî îro li deverên azadkirî yên Xûteya Rojhilata Şamê ji nêzîk ve li tûnêlên ku têrorîstan vekolabûn, mêze kir.

Fermandeyên meydanî li Xûteya Rojhilatê jî pêvajoya opêrasyona hêzên sûrî li van navçana şirove kirin.

Xûteya Rojhilatê ser bi Şamê nêzî 7 salan di bin dagirkerîya komên têrorîst de bû ku dewleta Sûrîyê ji sê mehan berî niha ve opêrasyonek ji bo derxistin û jinavbirina têrorîstan destpê kirîye.

Bi derketina koma dwaîn a têrorîstan ji Xûteya Rojhilatê, ev devera niha tam tê paqijkirinê.

Rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê ji bo pişkdarîya li konfiransa navnetewî ya “Quds helwest û meqseda me“ ku duh li Şamê hat lidarxistinê, çûye Sûrîyê.

Elî Ekber Wilayetî di duyemîn roja seredana bo Sûrîyê li hevdîtina digel Welîd Muelim wezîrê karên derve û Hilal Hilal alîkarê sêkrêtêrê giştî yê Partîya Beis a Sûrîyê li Şamê, pêgirî li ser pêwîstîya zêdekirina rawêjkarî û hevdengîyan di navbera Têhran û Şamê de ji bo sekinîna li hemberî têrorîstan û piştgirên wan kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu