IraqNûçeRojhilatanavin

Teqînên têrorîstî li paytexta Iraqê

Di encama 2 teqînên têrorîstî li başûr û rojavaya Bexdayê da, 19 sivîl hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora malpera Firat News`ê, îro di encama teqîna têrorîstî li devera Etîfîyê li başûra Bexdayê da, 2 kes hatin kuştinê û 9 kes jî birîndar bûn.

Di encama teqîneke têrorîstî ya din li devera ticarî ya taxa Xezalîyê li rojavaya Bexdayê da jî, sivîlek hat kuştinê û 7 kes jî birîndar bûn.

Duh jî di encama êrişekî herîgiran a têrorîstên DAIŞ`ê li navenda ticarî ya devera Keradê li navenda Bexdayê û Şeibê li bakûra vî şarî da, herîkêm 213 kes hatin kuştinê û zêde ji 200 kes jî birîndar bûn.

Bi dû şikestên bidûhev ên koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgehên Enbar, Nêynewa û li bajarê Felûcê û telefatên giran ên vê koma têrorîst, vê komê niha bala xwe daye ser êriş û têrorên li bajarên Iraqê nemaze Bexdayê û kuştina sivîlan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu