ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xameneyî: Em peyama têkneçûna gelê Îranê di serdema Berevaniya Pîroz da bigihînin cîhanê

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: “Divê em bi pêkanîna bizaveka wergerandina berhemên nivîskî û şandina berhemên hunerî û fîlmên serdema Berevaniya Pîroz, peyama rûhê îman û peyama têkneçûna gelê Îranê bigihînin cîhanê”.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî berêvariya çarşemiyê li hevdîtina bi komek ji fermandar, têkoşer, fedakar û hunermendan, serdema Berevaniya Pîroz (Şerê heştsalî yê sepandî ji aliyê Rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê di dehika 1980î da) nîşana rewşa hevsengiyên hêzên di dinyaya hakimiyeta pergala serdestîxwaz da zanîn û got: “Têkoşerên serdema Berevaniya Pîroz bi kiryara xwe wêneyeka rasteqîn ji dinyaya hov û zalim û dûr ji manewiyet û însafê di wê demê da kişandin  ku ev wêne divê ji bo gelê cîhanê jî were raberkirin”.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi bi mînakin ji rewşa neberanber a gelê Îranê li hemberî dijminê destdirêjker ê beisî, bi bîr xist: “Di serdema Berevaniya Pîroz da li halekî ku gelê Îranê nedikarî îmkan û derfetên herî kêm û heta di asta têlên bi strî bi kar bîne, lê çekên herî nû û heta çekên kîmyayî didane aliyê din”.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha got: “Li halekî ku roja îro ji bo tometa çeka kîmyayî helahelayê bi rê dixin, lê van welatên rojavayî di serdema şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê çeka kîmyayî dane Rêjîma Sedam da ku ne tenê li bereyê şêrr belkê li şarin mîna Serdeştê jî wan bi kar bîne”.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: “Komara Îslamî ya Îranê di wê serdemê da ne tenê ji hêla siyasî û aborî va hatibû boykotkirin, belkî ji hêla teblîxatî û ragihandinê va jî hatibû boykotkirin û dengê gelê Îranê nedihat bihîstin û mêdyayên cîhanê ku di bin serdestiya siyonîstan da bûnm her tiştê ku dixwestin dijî vî gelî belav dikirin”.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi alîkariyên çekdarî yên Fransa û Almanyayê bo Rêjîma Sedam, her wiha got: “Çima gelê Fransa û Almanyayê nabe bizanin ku dewletên wan di wê 8 salê da, çi anîn serê gelê Îranê? Dinya niha wêneya zelal û riswaker a ku ji pergala serdestîxwaz a cîhanî li ba gelê Îranê heye, nabîne”.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi girîngî û kûrahiya mijarên serdema Berevaniya Pîroz got: “Li fistîvalên elatên rojavayî hin fîlmên îranî yên bi kualîetya kêmtir ji fîlmên serdema Berevaniya Pîroz tên nîşandan, lê ji nîşandana fîlmên serdema Berevaniya Pîroz ditirsin, ji ber ku ev fîlm wêneya aşkirakir û riswakir a hevsengiyên hêzên li cîhana hakimiyeta pergala serdestîxwaz in”.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: “Wisa ku di destpêka Înqilabê da û di serdema Berevaniya Pîroz da nexşe û pîlanên Istikbrê ji bo kokbirkirina tezedara Înqilabê ser neket û neçar man ku paşve bikişin, niha em dikarin bi palpiştiya bi Xwedê û bi têkoşîn û pêngavrakirinê vê nexşeyê pûç bikin”.

Başa dön tuşu