NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa grûpên terorîstî ser deverên bakûra Sûriyê

Êrişa grûpên terorîstî ser deverên bakûra Sûriyê ji wan ser parêzgeha Helebê berdewam dike.

Malpera Al-Ahd ya Libnanê îro ragihand ku di encama êrişên grûpên terorîstî ser deverên xelk têda li parêzgeha Helebê (bakûra Sûriyê) kirin û cardin agirbes xistin bin piyê xwe û hejmarek ji xelkê sivîl ji wan çend jin û zarok kuştin.

Li gor nûçeyeke din ji Sûriyhê şer û pevçûna navbera artêşa Sûriyê û terorîstan li bajarokê Daryhayê li başûra rojavaya Şamê ku ji duh berêvarê despêbûye hîn bi giranî û şidet berdewam dike , di encama van şer û pevçûnan artêşa Sûriyê kariye çend komavahiyên xelktêda li devera El-Elanî li başûra Daryayê azad bikin.

Herwiha Heyva Sor a Sûriyê ragihand ku şeş kamyonên alîkariyên mirovdostane derbasî bajarê Dûmayê li devera Xûteya rojhilatê ya Şamê bûn.

Hêjayê gotinê ye ku terorîstên ku Amerîka, Tirkiye, Erebistan û Qeter alîkariya wan dikin nahêlin ku alîkariyhên mirovdostane bigihêjin ber destê xelkê deverên bin deshilata dewleta Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu