AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Asta berhemanîna nifta Îranê gihîşte berî boykotan

Wezîrê niftê yê Komara Islamî ya Îranê got: Bi cihanîna Lihevkirina Navokî di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da, asta berhemanîna nifta Îranê nêzikî asta berî boykotan (çar miliyon û 200 hezar bermîl di rojê da) bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, wezîrê niftê yê Îranê, Bîjen Namdar- Zengine roja duşemiyê li koma nûçegihanan li Têhranê li bara gihîştina asta berhemanîna nifta Îranê bo asta berî boykotan, got: Asta berhemanîna nifta Îranê gihîştiye derdora çar miliyon bermîlî di rojê da û ev yeka bi wateya nêzikbûna asta berhemanînê bo dem û dewrana berî sepandina boykotên li dijî Îranê ye.

Wezîrên niftê yê Îranê herwiha li bara berbendên li ser riya cihanîna biryarnameyên teze yên niftê got: Pirsgirêkên bankî ji bo biryarnameyên teze tunînin û dê hemî hewildan ji bo wêdabirina berbendên ihtimalî li vî warî bêxin dewrê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu