AborîErebîstanNûçeRojhilatanavin

Asta firotina petrola Erebistanê daket xwarê

Rêjeya firotina petrola xav a Erebistanê di meha Gulana sala 2019an da pêka Nîsana vê salê rojê 240 hezar bermîlî daketiye xawrê.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Raporên fermî nîşan didin ku asta firotina petrola xav a Erebistanê gihîştiye radeya herî kêm ji Cotmeha sala 2017an; Bi awayekî ku ev asta mehê sedî 3 kêm bû û gihîşte şeş miliyon û 940 hezar bermîlî.

Li gorî vê raporê, Berhemanîna petrola Erebistana Siûdî rojê 138 hezar bermîl kêm bû da ku asta berhemanîna petrolê ya berhemênera herî mezin a petrola xav a Cîhanê bigihêje 9 miliyon  û 670 hezar bermîl di rojê da ku ev rêje  rêjeya herî kêm di heyama çar salên bihurî da bûye.

Tevî îdiaya Amerîkayê li bara vêya ku Erebistan dikare kêmbûna petrola Îranê di bazarên petrolê da bicebirîne, lê encamên vê raporê nîşan didin ku Siûdiyan nekarîne di berhemanîna petrolê da rêjeya 10 miliyon û 300 hezar bermîl niftê bi dest bixin ku jibo wê plan dariştibûn û  OPECê jî pesend kiribû.

Endamên OPECê û berhemênerên ne-endamê li OPECê di 176emîn civîna xwe li hev kirin ku jibo xwedankirina bihayê petrolê û li gorî lihevkirina berê rojê bi qasî miliyonek û 200 hezar bermîlî  berhemanîna xwe kêm bikin.

Başa dön tuşu