ÎranNûçeRojhilatanavin

Dewleta Îranê her li çarçov û pîvana qanûna bingehîn, rêbertiya yekgirtî û armancên hevpar, riya pêşketin û geşatiya Îrana Îslamî berdewam dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li hevdîtina serok û endamên Fraksiyona Omîd a Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê xebat û têkoşana ji bo bihêzkirin û pêşxistina nizama îslamî û demokrasiya olî û herwiha geşepêdan û avadaniya Îranê wezîfeya gişkan da zanîn û got: Dewleta Îranê deskevtên baş li warên curbicur ên aborî û li çarçova cihanîna siyasetên abora berxwedanî, bidest xistine.

Ruhanî abora berxwedanî bi wateya têkneçûna abora welêt li hemberî êrişên dijminan da zanîn û got:Tevî ku derhata dewletê ya ji niftê li midehekê kêm bû heta gihêşte sêyekek (1/3) an jî çarekek, jiyana xelkê aloz û tevlîhev nebû ku eva dikare pîvanek bibe ji vê yekê re ku em li riya abora berxwedanî meşyane.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha pêngava dewletê ji bo zêdekirina derfirotina nift û hasilên gazê wekî meşyana li riya abora berxwedanî da zanîn û got: bi zûtî bi desbikarkirina çend fazên girîng li Parsa başûr, wê berhemanîn û deranîna Îranê li warê gazî ji çavkaniyên hevpar zêdetir ji yên din bibe.

Ruhanî herwiha balkişand ser rapora duh a Banka Navendî ku pêşketin û geşatiya Îranê li warê aborî li 9 mehên bihûrî 11.6 ragihandibû û got: Dijminan berî viya qet bawer nedikirin ku pêşketin û geşatiya aborî ya Îranê bibe du reqemî lê niha eva guhertineke mezin e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dawiyê de got: Li gor amar û bîlançoyan, lezgîniya pêşketina zanistî ya Îranê di nav 25 welatên pêşketî niha gihêştiye pileya yekim. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu