LubnanNûçeRojhilatanavin

Astengîderxistina Amerîkayê ser rêka bidawîanîna nearamiyên li navçeyê

Cîgirê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê destnîşan kir ku Amerîka rê li ber bidawîhatina şêrr li navçeyê digire.

Li gorî rapora ajansa neteweyiya nûçeyan a Libnanê, şêx Neîm Qasim cîgirê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê ku bi boneya rojên şîngêriya Îmam Hisên (S) li bajarokê Beilbekê li rojhilata Libnanê diaxivî got: Amerîkayê bi astengîderxistinan ti carî nexwestiye ku qeyrana Sûriyê were çareserkirin û hertim hewil daye ku bi dirêjbûna şêrr li Sûriyê nearamiyên li navçeyê bidomin.

Cîgirê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê her viha got: Di rewşeke viha da û hevdem dgel kiryarên xerabkarane li navçeyê mêhwera berxwedanê kariye ku hin serkeftinan bi dest bixe.

Şêx Neîm Qasim bal kişande ser kiryarên siûdiyan li navçeyê jî û got: Siûdî gellek pere ji bo serdestiya li hinek ji welatên navçeyê ji wan Iraq û Sûriye û Yemenê xerc kirine, lê ti destjeftek bi dest nexistine.

Cîgirê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê di dewaa axaftina xwe da şerê teze yê dijminê siyonîst li dijî Libnanê dûrî imkanê da zanîn û got: Israîl tevî birêxistina meqşên cûrbicûr ên leşkerî dizane ku eger êrîş bike dê tûşî ziyanên mezin were; Çimku hêzên berxwedanê tevî mijûlbûna bi şerê dijî têrorîstên tekfîrî li Sûriyê di asta herî jorîn a amadetiyê da ne.

Cîgirê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê her viha got: Armanca Berxwedanê li Libnanê pêkanîna Libnaneke pêşketî û nûjen, Libnankeke serbixwe û aram û dûrî qeyranên navçeyî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu