ÎranNûçeRojhilatanavin

Aşûraya Huseynî li Îranê û tazîdariya ji bo şehîdên Kerbelayê

Bi hilketina roja 10 Muheremê anku Aşûraya Huseynî, roja bilindbûna elem û alayên sor ên azadîxwaziyê, Îrana Îslamî bitev di tazîdarî û şîndariya şehîdên Kerbelayê de ye.

Li gor ragihandina nûçegihanên IRIB Newsê ji bajar û gundên Îrana Îslamî xelkê misilman li mizgevt, husêniye û Tekayan li roja şehîdbûna salarê şehîdan Hz. Îmam Huseyn (S) û ehlêbeyta wî hezretî û heval û hogirên hêja yên wî hezretî desteyên sînglêxistinê û zincîrlêxistinê pêkanîn û ji bo şehîdên Kerbelayê tazîdarî kirin.

Li van merasimanê xelkê misilman zilm û zora zalimên şeytanperest li ehlêbeyta pêxemberê Îslamê (S) bi bîr tînin û bi qirîna “Dûr e serşûrî û rûreşî ji me“ van merasiman bi geşatiyeke zav bi rê ve diben. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu