IraqNûçeRojhilatanavin
Asyîşa Kerkûkê 5 kesên daxwazkirî desteser dike

Rêveberiya Asayîşên Kerkûkê ragehand ku, wan piştî komkirina zanyariyan û pêdaçûnekê Hêzên di çarçoveya du hilmetên geryan û pişkinînê de 5 tawanbarên daxwazkirî li bajarokê Leylan desteser kirin.
Li gor daxuyaniya Asyîşê ew 5 terorîst bi navê (M.R.N), (X.H.S), (A.C.E), (A.A.C) û (A.E.M), ji aliyê dadgeha lêkolînan a li Kerkûkê û li gor madeya 4 a terorê daxwazkirî bûn , destê wan kesan di hejmarek kiryarên teroristî li sînorê Kerkûkê hebûn.
Herwiha heta niha lêkolîn li gel wan 5 dxwazkiriyan destpêkiriye û li gor yasayê têne dadgehkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)