IraqNûçeRojhilatanavin

Avahiyên dîrokî yên Bexdayê li benda restorasyonê ne

Li Bexdaya paytextê Iraqê avahiyên dîrokî yên ji heyama Ebasî û Osmaniyan mane ji ber îxmala çendî salan hewceyê lênêrînê ne û hindik maye ku xira bibin.

Dehan avahiyên dîrokî yên li Elawî, Heyfa, Bettawîn, Şewwaka, Iwaziye, Kazimiyeya herêmên navenda Bexdayê û yên li ser Kolana El -Reşîd ji ber xwedînekirina çendî salan hindik maye ku xira bibin hinek ji wan jî bûne sitargehên malbatên xîzan.

Kesên ku li van malên dîrokî yên ber xirabûnê dijîn car carna bi derfetên xwe temîran dikin lê li bendê ne ku hikûmeta li ser van deran bisekîne û restore bike.

Başa dön tuşu