NûçeRojhilatanavinSûriye

Avakirina duyemîn pêgeha leşkerî ya Amerîkayê li bakûrê Sûriyê

Çavkaniyên agehdar ên leşkerî li Kurdistana Sûriyê, ji avakirina pêgeha leşkerî ya li bakûrê Sûriyê agahî dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Farsê ji zarê malpera kurdî ya Bas News`ê, çavkaniyên leşkerî yên agehdar li Kurdistana Sûriyê, ragihandin, Amerîkayê çêkirina duyemîn pêgeha xwe ya leşkerî li bakûrê Sûriyê, bi dawî aniye.

Li gorî vê raporê, karzanên amerîkî niha li gundê Sabitê ku ketiye 35 kîlometriya başûrê Kobaniyê li bakûrê Sûriyê, beşa dawîn a pêgeha hewayî ava dikin.

Pêgehên Amerîkayê yên li navçeya Kurdistana Sûriyê ku niha hejmara wan gihîştine 2 pêgehan, amadebûna hêzên amerîkî yên li navçê, xurt  dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu