NûçeRojhilatanavinSûriye

Avakirina komîta lêkolînê li bara cinayetên terorîstan li Heleba Sûriyê

Wezîrê dadweriyê yê Sûriyê li bara avakirina komîta dadweriyê ya taybet a lêkolînan li bara cinayetên terorîstan li parêzgeha Helebê li bakurê vî welatî agahî da.

Necm Hemd El-Ehmed wezîrê dadweriyê yê Sûriyê agihand ku ev wezaretxane belgeyeke  10 hezar rûpelî li bara cinayetên  terorîstan amade kiriye û bi du zimanên  inglîz û fransî wergerandiye.

El-Ehmed her wiha diyar kir: Dadweriya  Sûriyê  hin dadxwestên bibelge şandine  dadgehên Sûriyê da ku  li qonaxa din bo şopandin û mehkemekirina serkirdên  terorîstan bişînin  dadgehên  navneteweyî.

Wezîrê dadweiyê yê Sûriyê her wiha diyar kir: Armanca din a wan xwestekan eva ye ku  bi belge desthebûna  hin welatan û rêxistinan li cinayetên  terorîstan biselimîne.

Hêzên artêşa  Sûriyê Kanûna 2016`an  bajarê Helebê li bakurê Sûriyê tam ji lepên  terorîstan derxistin.

Terorîstan li Helebê gelek cinayet kirin û piraniya  xelkê sivîl ên sûrî îdam kirin û wek mertala  însanî bi kar anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu