NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan sûrî li êrîşa kîmyayî ya têrorîstan ser Dûmayê hatin kuştin

Li êrîşa kîmyayî ya êvara şemiyê ya têrorîstan li ser navçeya Dûmayê li Xûteya Rojhilat bi dehan kes hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars Newsê, li gorî raporên seretayî li vê êrîşê 75 kes hatine kuştin û herîkêm 100 kes birîndar bûne.

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê roja Îniyê hişyarî dabû ku komên têrorîst ên Ceyşa Islamê û Artêşa Azad a Sûriyê dil hene ku bi gazên kîmyayî êrîşî ser Dûmayê bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê destnîşan kiribû ku têrorîst li dû tekrîka hestên civaka navneteweyî û tawanbarkirina dewleta Sûriyê bi êrîşa ser welatiyên xwe ne.

Li pey vê êrîşê mêdyayên welatên rojavayî yên piştgirê têrorîstan şerekî giran ê derûnî li dijî Şamê dest pê kirine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê tevî rexneya ji helahelaya mêdyayên rojavayî li dijî artêşa Sûriyê ku hevdem digel opêrasiyona azadkirina navçeya Dûmayê pêk tê, nivîsî: Tawana bikaranîna çekên kîmyayî li vî bajarî derew û bêbingeh e.

SANA Newsê ragihand têrorîst bi avêtina sûcê bikaranîna çekên kîmyayî ser milê artêşa Sûriyê dil hene rê li ber pêşdaçûnên hêzên sûrî bigirin.

Artêşa Sûriyê bi armanca piştgirya ji gelê vî welatî ji 26ê Sibatê va opêrasiyonek ji bo paqijkirina Xûteya Rojhilat ji têrorîstan dest pê kiriye. Niha tenê navçeya Dûmayê li Xûteya Rojhilat di bin dagirkeriya têrrorîstan da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu