ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Avêtina 6 mûşekan ser başûrê Erebistanê

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê Îniyê bi şev wek bersiva li hemberî destdirêjî û cinayetên hevpeymaniya siûdî li Yemenê, Baregehên çekdarên Erebistanê li Cîzan û Necranê li başûrê vî welatî dane ebr mûşekan.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihandin ku bi heşt mûşekên Balistîk êmn xwecihî ji cûrey Zilzala 1, baregehên siûdiyan lin navçeya El Xubeyê û bilindahiyên El Dûdê li Cîzanê dane ber êrîşê.

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha mûşekeka Zilzala 1 kewkî ser cihê kombûna çekdarên Erebistanê li komavahiya Akifeyê li Necranê kirin.

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku gellek ziyanên malî û canî li siûdiyan ketine.

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê hema bêje her rojê kûrahiya axa Erebistanê bi mûşekên Balistîk didin ber êrîşê ku ev kar wek berteka li hemberî destdirêjiyên siûdiyan li ser Yemenê û êrîşa li ser welatiyên sivîl li vî weltî pêk tê.

Başa dön tuşu