NûçeRojhilatanavinSûriye

Destpêbûna operasyona artêşa Sûriyê li Hemahê

saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, ji operasyona artêşa vî welatî jibo derxistina endamên DAIŞ`ê ji parêzgeha hemahê agahî da. Eva li halekê ye ku Amerîka jî ji aliyekî din ve xwe jibo êrişa ser Dêrezorê amade dike.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), hevgavê destpêbûna vê operasyona leşkerî dijî DAIŞ`ê û pevçûnên li dorhêla bajarê Selîmeyê li rojhilta Hemahê, balafirên cengî yên ûris û sûrî jî êriş birine ser navçeyên li bin kontrola vê koma terorîst li dorhêla rojhilatî ya Hemahê. Armanca vê operasyonê girtina pêşiya pêşveçûna DAIŞ`ê û dûrkirina wan ji rêyên ber bi bajarê Xenazirê û bajarê Helebê ye.

Li gorî nûçeyeka din dewleta Sûriyê li sê bajarên vî welatî agirbesa demkî ragihandiye.

Fermandeyê giştî yê artêşa Sûriyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand bi armanca piştgiriya ji aştî û gotûbêjên aştiyê, wê  li bajarên Dera, Quneytere û Suweydayê jibo mideha 5 rojan pevçûn werin sekinandin.

Fermandeyê giştî yê artêşa Sûriyê ragihand li sê bajarên Dera, Quneytere û Suweydayê jibo mideha 5 rojan, agirbes hatiye ragihandin.

Vî rayedarê payebilind ê sûrî li daxuyaniyekê ragihand ji saet 24`an a duşemiyê ve jibo mideha 5 rojan wê li sê bajarên başûrî yên vî welatî pevçûn werin sekinandin û dewlet agirbesê radigihîne. Wî herwiha got: Sekinandina pevçûnan bi armanca piştgiriya ji aştiyê û gotûbbêjên aştiyê pêk tê.

Di mideha hefteyên vê dawiyê de li bajarên Dera, Quneytere û Suweydayê, pevçûn giran bibûn û hin navçeyên van bajaran di destê dewletê û hin pişk jî li bin lepên komên çekdar ên neyar bûn.

Başa dön tuşu