Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê mûşekeke balistîk a Bedrê 1 ber bi navenda eskerî ya artêşa Erebistanê li rojava Necranê avêt.
Li gorî rapora kanala El-Minar`ê, ev mûşeka ku roja yekşemiyê hat avêtin li hedefê ket û gelek xisaret li navenda eskerî ya Erebistanê xist.
Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê îniyê şevê jî li bersiva cianyetên Erebistanê li Yemenê, bi mûşekeke Balistîk, meqerên eskerên siûdî li Necrana Erebistanê da ber êrişan.
Hêzên yemenî êrişên mûşekî yên xwe ser Erebistanê ji destpêka sala 2018`an zêde kirine û heta çend cihên hestyar li nava axa vî welatî jî dane ber êrişan.