ÎranNûçeRojhilatanavin

Avêtina serketî ya rakêtên hişmend ên Sipahê Pasdaran li meşqa Peyamberê Eizem-11`ê

Fermandê hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê diyar kir: Avêtina serketî ya rakêtên hişmend ên Sipahê Pasdaran li meşqa Peyamberê Eizem-11`ê nîşana îqtidara Komara Îslamî ya Îranê ye.

Serdar sertîp Muhemed pakpûr, fermandê hêza bejahiyê ya  Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî roja duşemiyê li destpêka  meşqa berevanî-ewlehiyê ya Peyamberê Eizem-11`ê li çola  navendî ya  Îranê ji nûçegihanan re got : Rakêtên hişmend li astên curbicur li vê meşqê serketî hat avêtin û hat nirxandin.

Serdar sertîp Pakpûr her wiha got : Armanca avêtina  rakêtê û avêtina gulleyên dûrmenzîl ên topan li meşqa Peyamberê Eizem-11`ê dîtina bandora hîndekariyê li hêzekê ye ku hîndekariyên  topxaneyî  hîn bûye.

Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî her wiha  armanca vê meşqê,  nîşana hêz û iqtidara Komara Îslamî ya Komara Îslamî ya  Îranê da zanîn û got :  Peyama  meşqa Peyamberê Eizem-11`ê, ragihandina  amadetiya hêza bejhaiyê ya Sipahê li hember her gefekê ye.

Meşqa sê rojî ya hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên  Inqilaba  Îslamî  ji roja duşemiyê ser navê Peyamberê Eizem-11`ê bi slogana “ nîşandayîna  îqtidar û hêzê û ewlehiya mayînde“ bi şifreya “ Ya Resûlallah“ li çola navendî ya Îranê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu