Fermandê hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê diyar kir: Avêtina serketî ya rakêtên hişmend ên Sipahê Pasdaran li meşqa Peyamberê Eizem-11`ê nîşana îqtidara Komara Îslamî ya Îranê ye.
Serdar sertîp Muhemed pakpûr, fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî roja duşemiyê li destpêka meşqa berevanî-ewlehiyê ya Peyamberê Eizem-11`ê li çola navendî ya Îranê ji nûçegihanan re got : Rakêtên hişmend li astên curbicur li vê meşqê serketî hat avêtin û hat nirxandin.
Serdar sertîp Pakpûr her wiha got : Armanca avêtina rakêtê û avêtina gulleyên dûrmenzîl ên topan li meşqa Peyamberê Eizem-11`ê dîtina bandora hîndekariyê li hêzekê ye ku hîndekariyên topxaneyî hîn bûye.
Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha armanca vê meşqê, nîşana hêz û iqtidara Komara Îslamî ya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û got : Peyama meşqa Peyamberê Eizem-11`ê, ragihandina amadetiya hêza bejhaiyê ya Sipahê li hember her gefekê ye.
Meşqa sê rojî ya hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ji roja duşemiyê ser navê Peyamberê Eizem-11`ê bi slogana “ nîşandayîna îqtidar û hêzê û ewlehiya mayînde“ bi şifreya “ Ya Resûlallah“ li çola navendî ya Îranê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)