CîhanEwropaNûçe

Avustralyayê welatiyên xwe ji bo çûna Îngîltereyê hişyar kirin

Hikûmeta Avustralyayê piştî êrişa terorî ya Arenaya Manchesterê ku 22 kes hatin kuştin û 59 kes jî birîndar bûn welatiyên xwe ku wê serdana Îngîltereyê bikin ji bo baldarbûnê hişyar kirin.

Wezareta Derve ya Avustralyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li Îngîltereyê asta tehdîdê derketiye rewşa krîtîk û dema ku çûne wî welatî bila baldar bin.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Kesên ku serdana wî welatî bikin ji derdora Arenaya Manchesterê xwe dûr bigirin. Di ewlehiya xwe ya şexsî de ji bo hişyariyên medya û rêvebiren herêmî baldar bin. Qewîtiya me li we li Îngîltereyê pir baldar bin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu