AsyaEwropaNûçeRojhilatanavin

Avusturya ya ku bi peymana YE-Tirkiyeyê bawer nake, leşker şandin ser sînor

Wezîrê Parastin ê Avusturyayê Hans Peter Doskozil diyar kir ku ew bi peymana penaberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de bawer nakin û daxuyand ku ji bo sînorê xwe ji penaberan biparêzin wan leşker şandine ser sînor.

Doskozil di axaftina xwe ya li radyoya dewletê ORFê de diyar kir ku wan 60 leşker şandine ser sînorê Macarîstan û Sirbîstanê.

Wezîrê Parastinê anî ziman ku ew leşker bêçek in û got ew leşker ji bo ku penaberênku bixwazin ji Sirbîstanê derbasî Macarîstanê bibin, bidin sekinandin hatine peywirdar kirin.

Doskozil derbirî ku ew bi peymana penaberan a di navbera Tirkiye û YEyê de bawer nakin û got welatên YE divê bi xwe sînorên xwe biparêzin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu