IraqNûçeRojhilatanavin

Awarebûna bi hezaran iraqiyan li Selahedîn û Neynewayê

Wezareta  koçberiyê ya Iraqê roja çarşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku li mehên derbasbûyî 90 hezar iraqî ji ber hebûna terorîstan û pevçûnên  berfireh ên artêşa  Iarqê tev grûpa terorîstî ya DAIŞê ji parêzgehên  Selahedîn û Neynewayê li bakurê vî welatî aware bûne.

Wezareta koçberiya Iraqê her wiha ragihand ku 3.3 milyon iraqî ji sala 2014an  ji malên xwe  revîne  û aware bûne. Wezareta  koçberiya Iraqê  lawaziya xwe derheq gihandina alîkariyê bo awareyên hanê diyar kir û ragihand ku 545 hezar awareyê iraqî di rewşeke pir xirab de ne. Her wiha  çavkaniyên eskerî yên iraqî ragihandin ku  operasyona  azadkirina  Neynewayê bi hevkariya hêzên rawestana li ber terorîzmê, hêzên  artêş, fermandehiya  operasyona  Selahedîn û Neynewayê û hêzên eşîr bi piştgiriya  hêzên hewayî yên  artêşa Iraqê li halê cih hatinê ye. Ev hêz heya niha karîne navenda hewayî ya Qiyarê û navça stratejîk a Qiyarî li başûrê Mûsilê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu