IraqNûçeRojhilatanavin

Awareyên Mûsil, Hewêce û Şergat ji 500 hezar kesan derbaz bûn

Wezareta koç û koçberan ya Îraqê ragîhand; ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê, zêdetir ji 500 hezar kesan aware bûne.

Wezareta koç û koçberan di beyanekê da aşkere kir; hijmara awareyên parêzgeha Neynewa, deverdarîya Hewêce li Kerkûkê û Şergat li Selaheddîn, gihiştine 526 hezar û 281 kesan.

Dîyar jî kir, ji wê hijmarê çarsed û şêst û heft hezar û dused û deh kes, yên parêzgeha Neynewa ne, nêzîkî çil hezaran jî yên Hewêce û zêdetir ji hivde hezarên din yên Şergatê ne.

Wezareta koç û koçberan amaje kirîye, di encama şer û pevçûnên berdewam li alîyê rastê yê Mûsilê, awarebûna welatîyên sivîl berdewa me. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu