ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Hatemî: Pêşeya berevanî, garantorê parastina serxwebûn û sembola xwebaweriya gelê Îranê ye

Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Îranê, got: Pêşeya berevanî ya Îranê, stratêjiya hêzên çekdar û garantorê parastina serxwebûn û mezinatiya netewî û sembola xwebaweriya gelê Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya mayinde ye.

Emîrê sertîp Emîr Hatemî, roja sêşemiyê piştî nimandina yekemîn balafira cengê ya pêşketî ya îranî li salroja pêşeya berevanî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku dijmin û neyarên Komara Îslamî ya Îranê, hewl didin derfetên Jêopolêtîk ên Îranê çi bi hêza leşkerî û çi jî bi hêzên din ji nav bibin û herwiha got: Komara îslamî ya Îranê di rewşekê da ye ku hêza leşkerî ya dijminan bêhitbar kiriye û idî tu kes basa gefa leşkerî ya dijî Îranê nake.

Wezîrê berevaniya Îranê bal kişand ser vê yekê ku xercê ewlehiya Îranê ji welatên din ên navçê pirr kêmtir e û herwiha got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, di çarçoveya hewcetî û ewlewiyetên welêt de têdikoşin û ewlehiya Îranê bi xercê herî kêm dabîn dibe.

Hevgavê salroja Pêşeyên Berevaniyê li Îranê (22`ê Tebaxê), bi amadebûna Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, yekemîn balafira cengê ya pêşketî ya îranî ser navê Koserê hate nimandin.

Başa dön tuşu