ÎranNûçeRojhilatanavin

Axaftina hilbijartinê ya çar ji şeş berendamên serokomartiya Îranê

Hesen Rûhanî, Ibrahîm Reîsî Sadat, Ishaq Cehangîrî û Mistefa Aqa Mîr Selîm çar berendam ji şeş berendamên hilbijartina serokomartiya Îranê roja yekşemiyê li bernmaeyên cûrbicûr siyasetên xwe di warên cûrbicûr da rave kirin.

Hesen Rûhanî serokomar û berendamê duwazdehemîn dora hilbijartina serokomartiya Îranê roja yekşemiyê li kombûna gelê parêzgeha Hormozganê li başûrê Îranê, got: Îran niha li warên aborî, zanistî û navmneteweyî da pêş ketiye û tu wextî dê hazir nebe ku paşda vegere.

Rûhanî roja 19`ê Gulana 2017`an wek roja dîrokî û hemasî ji bo gelê Îranê da zanîn û got: Em li dû zêdegavî û tundrêtiyê nînin û wê rêya palpiştiya bi xwe, serfirazî û berxwedan û berhemanîn û aramî û pêşketina Îranê bidomînin.

Ibrahîm Reîsî Sadat berendamê din ê duwazdehemîn dora hilbijartina serokomartiya Îranê jî roja yekşemiyê li nav gelê Qezwînê got: Heşt salan Berevaniya Pîroz (li şerê sepandî yê Sedam dijî Îranê), warên zanist û têknolojiyê, hewa feza û nanotêknolojî roja îro şanaziyek ji bo gelê Îranê ye.

Reîsî, Îran welatekî bihêz tev çavkaniyên berfireh ên madî û hêzên pispor da zanîn û destnîşan kir: “Dibe ku em li hemberî belengaziyê têkoşînê bikin û qeyrana bêkarbûnê bi îmkanên heyî li nav welêt çareser bikin“.

Ishaq Cehangîrî yekî din ji berendamên duwazdehemîn dora hilbijartina serokomartiya Îranê jî roja yekşemiyê piştî qeydkirina bernameya xwe ya propagandaya hilbijartinê li Saziya Radyo û Têlêvîziyona Îranê ji nûçegihanan ra got: “Hemî hewildanên ji bo jordabirina agahiya gel û nasandina pirsgirêk û rêkaran e û em hêvîdar in ku gel kesekî guncaw hilbijêre“.

Cehangîrî li bara şêwaza geşepêdana beşa berhemanînê, destnîşan kir: “Baştirîn siyaset ji bo hereketa erebeya abora Îranê, siyasetên Abora ser bingeha Berxwedanê ye“.

Mistefa Aqa Mîr Selîm berendamê din ê duwazdehemîn dora hilbijartina serokomartiya Îranê jî li hevpeyivîneke têlêvîziyonî got: “Divê ku pêdiviyên geşepêdana beşa kar û xebat û berhemanînê werin dabînkirin da ku jiyana xelkê biserûber bibe“.

Aqa Mîr Selîm roja duşemiyê anku îro wê berê xwe bide bajarê Qomê û dê li koma gel û xwendekarên vî bajarî biaxive.

Duwazdehemîn dora hilbijartina serokomartiya Îranê dê roja 19`ê Gulana 2017`an were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu