LubnanNûçeRojhilatanavin

Axaftina sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê li bara guhertinnê navçeyê

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Minara Libnanê, seyd Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê berêvariya yekşmeiyê bi awayê vîdyo konfêrans li erasima heftemîn roja şehîdbûna El Hac hatem Hemade ji fermandarên berxwedanê, bal kişande ser girtina vê dawiyê ya endamên komên têrorîst li Libnanê û got u ev têrorîstana ji Reqeya Sûrioyê bo Libnanê hatine şandin.

Nesrullah her wiha şerê dijî têrorîstan li Mûsila bakûrê Iraqû û Heleba bakûrê Sûriyê stratijîk û çarenûsaz da zanîn û her viha got: Qada xewle ya çalakiyên têrorîstî li navçeya bajarê Ersalê û navçeya çiyayên rojhilata Libnanê heta asteke zêde hatiye bisînorkirin.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha LIbnanê bi gotina viya ku hemî gelên navçeyê berdêla têrorîsmê didin, got: Hizbullah piştî têgihîştina pêbaseya rastîn a qeyrana Sûriyê ji bo şerê dijî têrorîstan çû vî welatî.

Nesrullah komên têrorîst ên DAIŞ û Cebheya Nusreyê (Feth El Şam) wek darên destan ji bo cihanîna bernameyên b xeter da zanîn û bi bîr xist ku suniyan rencê herî zêde ji ber vê komploya tekfîrî li navçeyê dîtine.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê her viha tevî diyarkirina matmayîna xwe ji kiryarên Tirkiyê li dijî beşdariya hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê li şerê Mûsilê, got: Ev kiryara li halekî ye ku gelê Iraqê bi dehan kesên xwe ji bo azadkirina Mûsilê ji bin kontrola têrorîstan ji dest dane.

Nesrullah li bara dorpêçkirina bi miliyon kes ji yemeniyan ku bêyî tu egerekê ji aliyê hevpeymaniya siûdî tên bombarankirin, jî got: Şerê dijî gelê Yemenê û kuştina gelê vî welatî li halekî ye ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên rojavayî bêdengiyeke hedefmend girtine ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu