ÎranNûçeRojhilatanavin

Axaftina serokomarê Îranê li koma gelê parêzgeha Qezwînê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Serketinên Îranê li warê navneteweyî û gotûbêja digel welatên hêzxurt ên cîhanê encama yekîtî û hevgirtina xelkê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro anku çarşemiyê li çarçova sî û yekemîn sefera bo parêzgehan a desteya wezîran li koma xelkê Qezwînê bi gotina viya ku mezinahî û cîgeha gelê Îranê jibo hemî cîhanê hatiye eşkerekirin, got: Roja îro rola Îranê li aramiya navçe û cîhanê û şerê dijî têrorîsmê nayê inkarkirin.

Rûhanî amajeyî zext û zor û hilêxistina tawanên nerewa yên welatên hêzxurt ên cîhanî û kirêgirtiyên wan ên navçeyî li dijî gelê Îranê bi mehneya destwerdana li karên navxweyî yên welatên din û çêkirina çekên navokî kir û got: Siyaseta pêkanîna tirsa ji Îranê li navçeyê êdî alîgirên xwe tine.

Serokomarê Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku ti welatekî hêzxurt nikare têknolojiyên pêşketî bike pawanê çend welatan, got: Serketina gelê Îranê li gotûbêjên navokiyê tenê parastina mafên Îranê nebû, belkî ev serketina parastina mafên hemî welatên li halê pêşketinê bû.

Rûhanî bi gotina viya ku roja îro hemî welatên cîhanê li dû sermayedanîna li Îranê ne, got: Îro rojek e ku gelê Îranê kariye rûyê rastî û cîgeha bilind a Komara Îslamî ya Îranê nîşanî cîhanê bide.

Serokomarê Îranê bal kişande ser salvegera destpêbûna Hefteya Berevaniya Pîroz û êrîşa rêjîma Beis a Iraqê li ser axa Îranê û got: Gelê mezin ê Îranê li serdema Berevaniya Pîroz bi yekîtî, berxwedan û cangorîtiyê karî ku li şerê sepandî yê heştsalî bi ser bikeve.

Rûhanî got: Li sefera bo parêzgeha Qezwînê, dê 50 proje ji bo geşepêdana vê parêzgehê bi rê bikevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu