Serokê Komara îslamî ya Îranê got: Gelê Îranê ti carî nahêle ku serbixwetiya ku bi salan jibo bidestxistian wê zehmet kişandine ji dest here.
Li gorî rapora malpera serokomariyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li dewama sefera xwe ya parêzgeha Merkezî nav koma xelkê bajarê Xumeynê tekez kir: Îmam Xumeynî (Rehma xwedê lê be) Îslama rastîn,demokrasiya olî û riya serketina li hember hêzxurtan hînî gelê Îranê kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Istandina mafê gelê Îranê li muzakira navokî tev 6 hêzxurtên cîhanê ji fêrkariyên Îmam Xumeynî (RH) û rênimûniya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî çavkanî girtibû.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku Yekitiya gelê Îranê encama rênimûniyên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ye û destnîşan kir: Ewlehiya niha jî bi hewldana hemî hêzên ewlehiyê û eskerî yên Komara Îslamî ya Îranê li serasnerê Îranê heye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser destkevtên rakirina boykotan û got: Pêştir gemiyên mezin nedikarîn rasterast li benderên Îranê bisekinin û barê wan ji Dubeyê bi lêncê dihat bender Ebasê lê îro gemiyên mezin li benderên Îranê disekinin û ev şanaziya siyaseta derve ya Komara Îslamî ye.
Rûhanî bal kişand ser peywendiyên bankên Îranê tev sîstima bankî ya cîhanê û tekez kir: Îro rojê Îran dikare berhemên xwe yên li warê çêkirina trimbêlan û pêtroşîmiyê ku pêştir hatibûn boykotkirin rehet bifroşe welatên din.
Serokê Koamra Îslamî ya Îranê li dewama 32 sefera taxima dewleta Îranê bo parêzgeha Merkezî her wihaçû mala Îmam Xumeynî(R) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê û tevî seredana ev cihê dîrokî, neteweyî û menewî, rêz ji bîrnaîna xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)