ÎranNûçeRojhilatanavin

Axivtina Îmam Elî Xameneyî bi riya pêwendiya tele-vîdeoyî ji civîna taxima dewleta Îranê re

Li roja yekem a Hefteya Dewletê ya Komara Îslamî ya Îranê, civîna taxima dewletê ji riya pêwendiya tele-vîdeo bi rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê re li dar ket.

Li gor ragihandina Ofîsa Parastin û Weşandina Berhemên Hz. ayetula uzma Xamineyî  li vê barê de ragihand ku piştî pêşkêşkirina raporek ji aliyê serokê Komara Îslamî ya Îranê, wê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi riya Vîdeo-Konferansê  ji vê civînê re biaxive. 

Hz. ayetullah Xamineyî her sala bi minasibeta Hefteya Dewletê û salvegera şehîdbûna şehîd Recayî û şehîd Bahuner bi taximên dewletên curbicur ên Îranê re hevdîtin pêk dianîn û ji wan re diaxivt, lê îsal ji ber pandemiya Koronayê, ev hevdîtin  ji riya Vîdo-konferansê pêk tê.

Ev hevdîtin wê bi awayekî hûrgilî wê di nûçeyeke din were weşandin.

Serokomar Muhemed Elî Recayî û serokwezîrê Îranê Muhemed Cewas Bahuner sala 1981 di encama teqandina nivîsgeha serokwezîriya Îranê bi destê Koma Munafiqan şehîd bûn. Ji ber vê bûyerê her sal ji 23 Tebaxê heya 29 vê mehê li Îranê wek Hefteya Dewletê hatiye diyarkirin.

Başa dön tuşu