ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Inqilabê: Inqilaba Îslamî hunera herî mezin a Îmam Xumeynî(RE) bû

Rêberê giranqedr ê Inqilaba îslamî tekez kir: Dijminan li nav welatên navçê şerên bi wekaletî bi rê xistiye.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî roja yekşemiyê li merasima 28`mîn salvegera rehleta Îmam Xumeynî(RE) li merqeda paqij a vî îmamê rahil destnîşan kirin: Mayîna Erebistanê li Behreynê nemaqûl e ji ber ku  welatê biyanî li vî welatî divê hêza eskerî bîne  û bixweze viyana xwe bisepîne ku encama wê dibe sedema  rûreşiyê.

Hezretê ayetullah Xamineyî got: Erebistan heta heke bi bertêla çend milyar dularî bixweze Emerîkayê bi xwe re hevrê bike nagihêje tu encamê û  li hember gelê Yemenê bi ser nakeve.

Wî bal kişand ser komploya dijminan li birêxistina  şerên bi wikaletî li welatên navçê û destnîşan kir: îro grûpa terorîstî ya DAIŞê ji cihê jidêbûna xwe yanê Sûriyê û Iraqê hatine derxistin û ber bi welatên mîna Efxansitan, Pakistan û heta Fîlpîn û Ewrûpayê ve diçe. Ev agirek e ku bi xwe vêxistine û pêsîrê wan bi xwe girtiye.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li dewama  gotinên xwe, nav û bîranînên Îmam Xumeynî(RE) xîmdarê Komara Îslamî ser navê inqilabê girêdayî da zanîn û destnîşan kir: Ev du ji hev cida nabin û Inqilaba Îslamî hunera herî mezin a Îmam Xumeynî(RE) bû.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bal kişand ser lidarxistina  bicoş a hilbijartinên  vê dawiyê yên  serokkomariyê li Îranê û tekez kir: Lê binêrin rezîliya dijmin çiqas  e serokkomariya Emerîkayê li sîstemeke  eşîreyî û batil,  bi şûrê dilîze û ji dengê 40 milyonî ya gelê Îranê eyb û îradan digre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu