ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetulah Miwehidî-Kêrmanî: Waşîngton, Telavîv û Rîyaz ji ber pêşketinên Îranê hêrs bûne

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîya Têhranê bi gotina vîya ku Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û Erebistan bi dû hevdengîya navçeyî û navnetewî ya dijî Îranê ne, dîyar kir: Waşîngton, Telavîv û Rîyaz ji ber pêşketinên Îrana islamî hêrs bûne.

Ayetulah Mihemed Elî Miwehêdî-Kêrmanî li xutbeyên nimêja înîyê ya vê hefteyê li Têhranê bal kişand ser pêşketinên inqilaba islamî û got: Îran tevî komployên dijminan dê pêşketinên xwe di warên curbicur de bidomîne.

Ayetulah Mihemed Elî Miwehêdî-Kêrmanî herwisan cinayeta li Kolana Pasdaran a Têhranê ku di encamê de 3 hêzên ewlehîyê û 2 Besîcî şehîd bûn şermezar kir û ji dezgeha dadwerîyê xwest ku cezayeke teqil bide sebebkarên vê cinayetê.

Pêşnimêj demkî yê nimêja înîya Têhranê xwe şirîkê xem û kesera malbatên gorîyên balafira jordaketî ya Têhran-Yasûcê zanî û ji bo kes û xizmên wan sebir û ji bo candayîyan jî efûya ilahî xwest.

Ayetulah Mihemed Elî Miwehêdî-Kêrmanî herwiha qedrê berpirsên welêt ji ber hewildana ji bo şopandina rewşa mexdûrên erdheja Kirmanşanê li rojavaya Îranê girt û pêgirî li ser pêwîstîya şopandina zêdetir û çareserkirina pirsgirêkên wan kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu