İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî: Amerîka bila bizane ku idî nikare cinayetên Rêjîma Sîyonîst û dagirkirina warê Fiilstînê bi destê vê rêjîma talankir û zorbêj binuxumîne

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê, Amerîka berpirsê cinayetên vê dawîyê yên Rêjîma Sîyonîst zanî û got: Ev karesat bi lampa kesk a Amerîkayê li hember sîyonîstan pêk hatine.

Amerîkayê di 14`ê Gulanê de balyozxana xwe ji Tel Avîvê veguhest Qudsê ku ev yeka bû sedema berteka tund a filistînîyan û pevçûna di navbera eskerên sîyonîst û xelkê Filistînê de. Di encama êrişa eskerên sîyonîst ser filistînîyên nerazî de, zêde ji 60 filistînî şehîd û nêzî 3 hezar jî birîndar bûn.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî îro li civîna berpirsên pilebilind ên dadwerîyê, herwiha got: Gelê mezlûm ê Filistînê ku di 70 salên buhurî de hertim di nav têkoşîn û awarebûnê de bûye baş dizane ku divê berxwedanê bidomîne û Amerîka jî bila bizane ku idî nikare cinayetên Rêjîma Sîyonîst û dagirkirina warê Fiilstînê bi destê vê rêjîma talankir û zorbêj binuxumîne.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê bal kişand ser lawazî û teslîmbûna hin hikimdarên welatên islamî li hemberî Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst û got: Herçend ku ew lawazî û teslîmbûn bûye sedema wêrekatîya cinayetkaran ta ku tevlî bazarîya sedsalê bibin lê wîjdanên hişyar û agahdar dizanin ku hesab û karê misilmanan ji hesabê hikimdarên hanê cihê ye û serketina teqil dê bibe nesîbê gelê mezlûm ê Filistînê.

Amolî-Larîcanî “haydarbûna zêdetir a raya giştî ya cîhanê têkildarî serederîya durû a welatên rojavayî digel mijara mafên mirovan“ yek ji dûhatên cinayetên Rêjîma Sîyonîst û serederîya Amerîkayê li hemberî van cinayetana zanî û got: Bêdengîya giran a dewletên rojavayî û civatên navnetewî li hemberî van cinayetana sedema heyf û mixabinîyê ye.

Exit mobile version