ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetulah Şahrûdî: Serokomarê Amerîkayê kesekî nehevseng û tirsonek e

Serokê Civata Kivşkirina Berjewendîyên Îranê got ku serokomarê Amerîkayê kesekî nehevseng û tirsonek e û hewil dide bi helwesta taciran û haykûfan, berjewendî û armancên darayî û aborîyê yên xwe li herêmê bişopîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ayetulah Seyîd Mehmûd Haşimî Şahrûdî li civîna îro ya Civata Kivşkirina Berjewendîyên Îranê got: Kiryarên nemaqûl ên Amerîkayê li hemberî peymanên navnetewî hitbara vî welatî zêdetir ji berê reş kirine û bûne sedem cîhan bawerîya xwe li Waşîngtonê neyne.

ayetulah Seyîd Mehmûd Haşimî Şahrûdî hevgirtin û hişyarî wek rêya sekinîna li hemberî komployên dijminan zanî û got: Gelê Îranê di warê agahî û hişyarîyê de bêhempa ne û bê guman bi morala berxwedan û rawestana ser nirxên xwe, dê Trump jî wekî kesên berî wî tûşî işkestê bikin.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de bi hilêxistina dubare ya buxtanên pûç dijî Îranê, vekişîna Amerîkayê ji rêketinama atomî û vegerandina boykotên navokî dijî Îranê mideha 3 heta 6 mehên bê de ragihand.

Başa dön tuşu