إِنَّا لِلّهِ وَإِنَّا إِلَيْهِ رَاجِعونَ
Ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî serokê Civata Diyarkirina Xêr û kara Nizama Îslamî ya Îranê ku bona serkevtina Înqilaba Îslamî ya Îranê bi salan xebitî û kete zîndanê û piştî serkevtina Înqilaba Îslamî jî li postên curbicur bona pêşxistina vê Înqilaba bê mînak xizmetên zav kirin, vê dawiyê ji ber nexweşiya dil li nexweşxana Şuheda ya Tecrîşê hate razandinê ku heyf û mixabin çend saet berî niha çû ber dilovaniya Xwedê teala.
Ew rehmetî serokê ewil yê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)