Ayetullah Amolî-Larîcanî: Emerîka ji Sûriyê revî
Serokê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê bal kişand ser paşdevekişyana Emerîkayê ji Sûriyê û ev kiryara wek revîna Emerîkayê da zanîn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, ayetullah Sadiq Amolî-Larîcanî, Serokê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê roja duşemiyê li civîna berpirsên pielbilind ên dadweriyê diyar kir: Emerîka bi îdiaya işkestdayîna DAIŞ`ê li halê derketina ji Sûriyê ye, lê xelkê cîhanê hemî dizanin ku serketina gelê Sûriyê û işkesta DAIŞ`ê tenê bi berxwedana gel û dewleta qanûnaî ya vî welatî û her wiha piştgiriyên Îranê ji mêhwera berxwedanê cîh hatiye.
Wî, sebr û berxwedana gelê Sûriyê sedema paşdevekişyana Emerîkayê ji Sûriyê da zanîn
Serokê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê her wiha bal kişand ser nêzîkbûna 40 mîn salroja serketina Inqilaba Îslamî û destnîşan kir: Dijminên Îranê û di serî de Emerîka, çar dehekan hewl dan ku vê nizama Îslamî işket bidin lê bi ser neketin.
Ayetullah Sadiq Amolî-Larîcanî, bal kişand ser vê yekê ku bandora Komara Îslamî ya Îranê li navçê nayê haşakirin û diyar kir: Îro rojê kes nikare ji Îranê re bibêje ku ger em du heftiyan piştgiriya we nekin, hûnê ji nav herin. lê îro kesên herî nêzîk ên Erebistanê wiha bi Erebistanê re diaxivin.
Serokê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê destnîşan kir: Îran tevî hebûna komployên dijminan her tim bi qawettir ji her wexteke din bi piştgiriya gelê xwe yê hişmend li navçê bi ser dikeve û tecruba berxwedanê datîne ber çavê xelkê cîhanê.