ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ayetûllah Amolî Laricanî: Serxwebûna Herêma Kurdistanê agirekî nû ye û siyaseta siyonîzmê ye

Li gorî agahiyên Ajansa Mehrê ya Îranî Serokê Desthilatiya Dadê yê Îranê Ayetûllah Amolî Laricanî di civîneke ligel berpirsên bilind ên saziyên miftiyan de got, “Referandûma Herêma Kurdistanê agirekî nû ye, ku ji aliyê welatên zordest û bi taybetî ji aliyê rejîma siyonîzmê ve ji bo fişarên li ser herêmê (Rojhilata Navîn) tê bi kar anîn.”

Laricanî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Armanca cîbcîkirina vê siyasetê lawazkirina hikûmetên Îslamî ne û peydakirina fişar û kêşeyên nava gelên misliman in. Cihê xemgîniyê ye ku Herêma Kurdistanê da pey vê siyasetê.”

Ayetûllah Laricanî amaje bi wê yekê kir ku tenê ne hikûmeta Iraqê, belkî ti welatek serxwebûna Herêma Kurdistanê qebûl neke û got, “Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê div ê mijarê de eşkere ye û li dijî her cûreyê dabeşbûnê ye. Ji bo me hikûmeta Iraqê, hikûmeteke yekparçe ye û divê berpirsên Herêma Kurdistanê dev ji vê macerayê berdin ku di dabeşkirina Iraqê de dê bi sernekeve.”a (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu