ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Amoliyê Larîcanî: Trump kesekî mendehoş û bi reftareke nemaqûl e

Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê bal kişand ser gotinên sivik ên serkirdeyên Emerîkayê li dijî Îranê û got: “Serokkomarê Emerîkayê, mirovekî mendehoş bi reftareke nemaqûl e ku berdewam gefê li welatên din dixwe“.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, 23ê Tîrmeha 2018`an  wek berteka  li hember hişyariyên  serokê Komara Îslamî ya Îranê ku ji emerîkiayn re gotibû: “Bi dêla  şêr re nelîzin“, di twîtera xwe de nivîsîbû: “Tu carî gefê li Emerîkayê nexwen ji ber ku hûnê berdêla wê bidin“.

Ayetullah Amoliyê Larîcanî roja duşemiyê li civîna berpirsên  pilebilind ên  dadweriyê, bal kişand ser gotinên  li dijî îranî yên rayedarên emerîkî ji ber lawaziya wan e û diyar kir:  “Emerîka xwe li  alûgrên Rojava Asiyayê û xercên ku ji bo pêşdebirina aramncên xwe li vê navçeyê kiribû,  işkestxwarî dibîne, loma  gotinên pûç li dijî Nizama Komara Îslamî ya Îranê dixe rojevê“.

Ayetullah Amoliyê Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku  rewşa ewlehiyê ya Emerîakyê û Rejîma Siyonîstî pêka çend salan berî niha  pir xirabtir bûye û destnîşan kir: “Îro rojê Komara Îslamî ya Îranê bi qawetir ji her wexteke din li pişt sînorên  Îsraîlê de ye“.

Serokê Teşkîlata  dadweriyê ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Emerîka bi derbasbûna ji hemî hêlên sor ên exlaqî û siyasî li dû paşdexistina  gelê Îranê ye û destnîaşn kir: “Emerîkiyan gelê Îranê nas nekirne  û bi kiyarên bi vî rengî nikarin  Komara Îslamî ya Îranê bitewînin“.

Başa dön tuşu