Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê bal kişand ser gotinên sivik ên serkirdeyên Emerîkayê li dijî Îranê û got: “Serokkomarê Emerîkayê, mirovekî mendehoş bi reftareke nemaqûl e ku berdewam gefê li welatên din dixwe“.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, 23ê Tîrmeha 2018`an wek berteka li hember hişyariyên serokê Komara Îslamî ya Îranê ku ji emerîkiayn re gotibû: “Bi dêla şêr re nelîzin“, di twîtera xwe de nivîsîbû: “Tu carî gefê li Emerîkayê nexwen ji ber ku hûnê berdêla wê bidin“.
Ayetullah Amoliyê Larîcanî roja duşemiyê li civîna berpirsên pilebilind ên dadweriyê, bal kişand ser gotinên li dijî îranî yên rayedarên emerîkî ji ber lawaziya wan e û diyar kir: “Emerîka xwe li alûgrên Rojava Asiyayê û xercên ku ji bo pêşdebirina aramncên xwe li vê navçeyê kiribû, işkestxwarî dibîne, loma gotinên pûç li dijî Nizama Komara Îslamî ya Îranê dixe rojevê“.
Ayetullah Amoliyê Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku rewşa ewlehiyê ya Emerîakyê û Rejîma Siyonîstî pêka çend salan berî niha pir xirabtir bûye û destnîşan kir: “Îro rojê Komara Îslamî ya Îranê bi qawetir ji her wexteke din li pişt sînorên Îsraîlê de ye“.
Serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka bi derbasbûna ji hemî hêlên sor ên exlaqî û siyasî li dû paşdexistina gelê Îranê ye û destnîaşn kir: “Emerîkiyan gelê Îranê nas nekirne û bi kiyarên bi vî rengî nikarin Komara Îslamî ya Îranê bitewînin“.