İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ayetullah Cenetî: Hêza Amerîkayê ber bi têkçûnê ye

Serokê Civata Şarezayên Rêvebirîyê bi gotina vê yekê ku rayedarên dewleta Amerîkayê di birêvebirina karên welatê xwe da asê bûne, pêgirî kir: Roja îro bi milyonan kesên birsî li Amerîkayê hene û şîyana vî welatî ber bi têkçûnê ye.

Serokê Civata Şarezayên Rêvebirîyê ayetullah Ehmed Cenetî îro di merasima rêzgirtina li roja 12`ê Behmenê li mezargeha Imam Xumêynî (RE) herwiha got: Roja îro hevpeymanên Amerîkayê jî guh nadin rayedarên vî welatî û tirsa Amerîkayê ji dilê wan derketîye.

Ayetullah Cenetî herwiha amajeyî komployên dijminan ji bo ku derbê li Şoreşa Islamî bidin kir  ûgot: Dijminan mideha 40 salên buhurî da hewil dan ku derbê li pergala Islamî ya Îranê bidin lê, nekarîn.

 

Exit mobile version