ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Elî Muvahidî Kirmanî: ‘’Binkeyên Amerîkayê êdî dê ne di ewlehiyê de bin û rojên reş dê li benda wan bin’’

Endamê meclisa xubrekan a pisporên Îranê Ayetulla Elî Muvahidî Kirmanî li gotara xwe ya Tehranê ya înê de ragehand; ‘’Binkeyên Amerîkayê êdî dê ne di ewlehiyê de bin û rojên reş dê li benda wan bin.’’

Meclisa xubrekan a Îranê an jî wek meclisa pisporan tê pênase kirin, ku saziyeke destûrî ya dikare rêberê olî helbijêre û ji kar dûrbixe û yek ji endamên wê Ayetulla Elî Muvahidî Kirmanî ragehand: ‘’Eger Amerîka çalakiyeke xelet bike, dê binkeyên wê yên li herêma rojhilata navîn, ti yek ji wan jî ne di ewlehiyê de be.’’

Li gor nûçeya ajansa Mîzan Kirmanî got: ‘’Eger Amerîka tiştekî xelet bike, dê hemû binkeyên Amerîkayê yên li herêmê ne di ewlehiyê de bin û dê rojên reş li benda wan bin.’’ Kirmanî bê ku hûrgiliyan aşkera bike got, Tehranê berê jî li hember êrîşkariya leşkerî, Amerîka hişyar kiriye

Başa dön tuşu